Dakhil Shammo Elias Dexîl Şemo ji sala 1999 an de di beşê Kurdî ji Radyoya Dengê Amerîka
(VOA) de li Waşintonê kar dike. Ji dest pêka sala 1990 î de dest bi
karê rojnamvaniyê kirye û bi dehan nivîsîn di rojnameyên Kurdî û Erebî
de weşandiye.
Di sala 1962an de li Ênsivnê 'Qeza Şêxan'ê bûye, û xwandina xwe li
Gûndê Ba'edrê, Ênsivnê û Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1983an de
Dîploma xwe ji Zankoya Teknolojî ya Baxdayê wergirtiye. Di sala 2010 an
de bawernameya Bakeloryos, di Zanistên Siyasî û Peywendiyên Navneteweyî
ji Zankoya George Mason ya Wîlayeta Virgînya Amerîkî wergirtiye.
Zêdebarî raport û hevpeyvînên rojane û raportên TV sebaret pirsên siyasî
yên Amerîka, Kurdistan û cîhanê, Dexîl ê Şemo bernameya bi navê
'Ferheng û Toreya Kurdî' amade dike. Di vê bernamê de ew hevpeyvîna
digel nivîskar, hozanvan, çîroknivîs, hunermend û xwedan berhemên
ronakbîrên behredar dike, ta guhdarên xwe agehdarî tevgera ronakbîrî ya
hevçerxa Kurdî û Cîhanî bike.
Ji bo gûhadarî kirina bernameya 'Ferheng û Toreya Kurdî' vî linkî
daxîne: